25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokatiya Herêmê: Alîkariyên ji Kobanê re çûn yên gelê Kurdistanê bûn

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku ew alîkariya leşkerî ya ji Kobanê re şandine, li ser navê gelê Kurdistan û Herêma Kurdistanê bûye û qet pêwist nedikir Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di vê demê de muzayedeya siyasî bikira.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê sibehê şandina çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bo Kobanê tekez kir. Herwiha spasiya Amerîkayê kir ku bi belafirên xwe ew çek û hevkarî gihandin wî bajarî.

Ev jî tekesta Serokatiya Herêma Kurdistanê ye:

Piştî wê yekê ku bi hevkariya hêzên Amerîkayê me karî alîkariya çek û teqemeniyan ji Kobanê re bişînin mixabin Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) daxuyaniyek li ser vê mijarê belav kiriye û piraniya rastiyan guhertiye.

Hêza Antî-teror dezgeheke ser bi hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û herdu hêzên antî-teror ên Hewlêr û Silêmaniyê çek bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi riya Balafirgeha Hewlêrê ji Kobaniyê re şandine.

Ew alîkariya leşkerî ya ku bi balafirên Amerîkayê ji Kobanê re hatiye şandin bi navê gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê hatine şandin û qet pêwist nedikir ku YNKê di vê demê de vê muzayedeyê bike.

Pêwîst e ew yek bê zanîn ku hemû xelkê Kurdistanê xemxwarê Kobanê ne, ne tenê YNK.

Her di vê derbarê de Wezareta Parastinê ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kiriye û tê de bi awayekî eşkere tê gotin ku ew alîkariyên ku balefirên Amerîkayê gehandina Kobanê yên Herêma Kurdistanê bûne.

Hêjayê gotinê ye ew çek û teqemeniyên ku hatine şandin 21 ton bûn, hemû li Balafirxaneya Hewlêrê hatine barkirin û bi 28 paraşûtan ji Kobanê re hatine avêtin.

Nûçeyên têkildar