Serokayetiya Herêmê: Çek û teqemeniyên Kurdistanê gihîşte bajarê Kobanê

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê gihandina çek û hevkariyên Herêma Kurdistanê ji bo Kobanê belav kir û tê de dibêje çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bi firokeyên Amerîkiyan ve gihîşte bajarê Kobanê. Ev jî tekesta wê ye:
Piştî wan hewldanên berdewamiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo palpiştîkirina Kobanê û Rojavayê Kurdistanê û her wiha biryara bombebarankirina baregeh û molgehên DAIŞê li Kobanê ji aliyê hêzên hevpeymanan ve, berî sibehiya îro dûşem 20.10.2014 çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê bi firokeyên Amerîkiyan ve gihîşte bajarê Kobanê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê spasiya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka dike ji bo gihandina çek û teqemenî û hevkariyên Herêma Kurdistanê li rêya asmanê ve ji bo Kobanê, bo ku ew qehremanên li Kobanê bergiriyê dikin bikarin sûd ji wan çek û hevkariyan werbigrin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20.10.2014




