26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Bo alîkariya Kobanê em bi Amerîka û Tirkiyeyê re li ser xetê ne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro li Hewlêrê civiya û di wê civînê de biryar da ku deynên navdewletî bike.

Encumena Wezîran daxuyaniyek belav kir û tê de naveroka civîna Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ku îro bi serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî li Hewlêrê birêve çû, diyar kir.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya asayî de beşdarbûna Kurdistanê di Hikûmeta Iraqê de û rewşa bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê û çend pirsên girîng nirxandin.

Derbarê rewşa bajarê Kobaniyê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Hikûmeta Kurdistanê bi girîng li rewşa Kobaniyê dinêre û çi ji destê me bê emê ji bo Kobanê bikin, lê ji ber rewşa cografî ya wî bajarî me gelek derfet bo alîkariya wê ji dest dane. Bo hevkariya Kobanê em bi Amerîka û Tirkiyeyê re li ser xetê ne û pêşketinên baş derketine.”

Herwiha Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku, Heta niha 10 hezar welatiyên Kobanê hatine Herêma Kurdistanê û li kampan hatine bicîhkirin.

Di wê civînê de, beşdarbûna Kurdistanê di Hikûmeta Iraqê de û şandina wezîrên kurd û sundxwarina wan hat nirxandin. Herwiha tekez li ser wê yekê kirin ku siyaseta Herêma Kurdistanê ew e ku piştgirî û alîkariya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bike bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Pişka duyemîn ji civînê li ser gotûbêj û biryardan li ser reşnivîsa “Yasaya deynkirina pereyan bo Herêma Kurdistanê” û tê de pirsa wergirtina deynekî navdewletî hat behiskirin.

Herwiha zelal kirin ku Hikûmata Herêma Kurdistanê ligel aliyên pêwendîdarên navdewleyî lêkolînên yasayî û desturî bo wergirtina wî deynî pêkanîne û gihîştiye wê baweriyê ku ji mafê Herêma Kurdistanê ye ku deynekî navdewletî werbigre.

Di civînê de her wiha aliyên yasayî û rêjeya wî deynê ku Herêma Kurdistanê dixwaze ji alî û bankên navdewletî werbigre, hat gotûbêjkirin.

Piştre biryar hat stendin ku ew reşnivîsa yasayê bê pejirandin û bo Parlamentoyê bê şandin.

Nûçeyên têkildar