26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Neteweyên Yekbûyî pesnê rewşa mafên miovan li Kurdistanê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, hikûmeta Kurdistanê li hêviya hevkariyê ye ji Hikûmeta Bexdayê û civaka navdewletî bo penaber û koçberên ku li Kurdistanê ne bi taybetî di vê sermayê de. Tekez jî kir ku, tevî vê aloziya darayî, Hikûmet alîkarî û hevkariyan berdewam bi ser penaberan de belav dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vê sibehê pêşwazî li Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo mafên mirovan Îvan Sîmonovîç û şanda pêre kir.

Di wê hevdîtinê de, şanda mêvan dilxweşiya xwe bi serdana Kurdistanê diyar kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê di warê dîplomatîk, pêwendiyên navdewletî, jêrxana aborî, azaiya mîdya û axavtinê, mafên mirovan, mafê jinan û jinavbirina tund û tîjiya li dijî jinan, pêşveçûnên berçav rû dane, ku cihê stayîş û dilxweşiyê ne. Bi taybetî rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi erênî da zanîn, ku li ser asta civaka navdewletî niha piştevaniya Kurdistanê tê kirin.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo mafên mirovan, herwiha tekez kir ku Herêma Kurdistanê di warê yasayan de jî pêşveçûnên berçav dîtine û di hinek warên mafên mirovan de dibe ku kar li ser bike, ji bo vê yekê jî amadehiya dezgehên YN bo vekirina xulên perwerdeyê yên taybetî bo dezgeh û aliyên pêwendîdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, diyar kir.

Îvan Sîmonovîç hewiha spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku tevî dijwariya rewşa wê û aloziya darayî, bi bê ti cuhahiyeke olî, mezhebî û neteweyî deriyê xwe ji koçber û penaberan re vekiriye û bi hemû aliyekî alîkariya wan kiriye.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya serdan û nêrînên şanda mêvan derbarê rewşa mafên mirovan li Herêma Kurdistanê kir û tekez kir ku Hikûmeta Kurdistanê piştevaniyê li pêngavên wan dike.
Nêçîrvan Barzanî herwiha daxwaz kir ku eger têbînî û kêmasiyên Herêma Kurdistanê hebin berdewam me agahda bikin da ku Herêma Kurdistanê bilez wan kêmasiyan çareser bike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Hikûmeta Kurdistanê hebûna kêşe û kêmasiyan red nake, bi taybetî di vê rewşa niha de, dibe ku hinek kêmasî derkevin. Lê tevî wê jî Hikûmeta Kurdistanê hemû hewlên xwe dide bo çareserkirina wan kêmasiyan û di vê bareyê de li hêviya hevkariya dezgehên pêwendîdar ên Neteweyên Yekbûyî dike.”

Derbarê rewşa penaber û koçberan jî, Nêçîrvan Barzanî ronahî xist ser wê yekê ku, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hêviya hevkariyê ye ji Hikûmeta Bexdayê û civaka navdewletî bo penaber û koçberên ku li Kurdistanê ne bi taybetî di vê sermayê de. Tekez jî kir ku, tevî vê aloziya darayî, Hikûmet alîkarî û hevkariyan berdewam bi ser penaberan de belav dike.”

Derbarê beşdariya Herêma Kurdistanê di Hikûmeta Iraqê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku, “Herêma Kurdistanê piştevaniyê li hikûmeta nû ya Iraqê dike û bi hêvî ye ku tevahia nakokiyên wê ligel Bexdayê bi gotûbêjan bê çareserkirin.”

Nûçeyên têkildar