Siûd Mela: Hîna me lihev nekiriye..Civîn berdewam in

Dihok-KDP.info- Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Civînên herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê didomin û heta niha jî negihîştine ti rêkeftinekê.
Siûd Mela Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ji KDP.info re ragihand: “Civînên navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û TEV-DEMê bo çaeserkirina nakokiyan û gehîştin bi rêkeftinekê li ser çend xalên girîng didomin û dibe ku dirêjtir bibin.”
Siûd Mela wiha got: “Biryar e îro jî civîn bên lidar xistin da ku em zû bighên encamekê baş û lihev bikin.”
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) di dawiya gotina xwe de derbarê dema bi dawî hatina wan civînan wiha got: “Gotûbêj berdewam in. Nexuyaye kengî ew civîn bi dawî werin.”




