Spanya 300 serbazên xwe dişîne Iraqê

Hewlêr-KDP.info- Welatê Spanyayê dê 300 leşkerên xwe bişîne Iraqê, ji bo perwerdekirina hêzên iraqî di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de.
Wezîrê Bergirî yê Spanyayê Pedro Morines ji rojnamevanan re got: “Di dawiya vê salê de Spanya dê 300 leşkerên xwe bişîna Iraqê ji bo perwerdekirina hêzên iraqî di şerê li dijî rêxitsina DAIŞê.”
Li gor ku Morines ragihandiye: “Vê hefteyê wê Parlementoya Spanyayê deng li ser şandina wan leşkerên spanî bo Iraqê bide, erkê wan leşkeran jî, perwerdekirina hêzên iraqî li ser operasyonên taybet, hilkirina mayînan û mamele ligel teqemeniyan, be.”
Wezîrê Bergirî yê Spanyayê aşkere kir jî ku, dê welatê wî rê bide Amerîkayê da ku her du binkeyên leşkerî Moron û Rota, li bakurê Spanya, ji bo operasyonên xwe li dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Pedro Morines got jî ku welatê wî bi ti awayekî beşdarî operasyonên hevpeymaniya nevdewletî li dijî çekdarên DAIŞê li Sûriyê, nabe.




