25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafirên Kanadayê jî beşdarî şer dibin

Çavkanî: KDP.info

Hewlê-KDP.info- Fermandariya erkan a Kanada ragihand ku balaferên şer ên Kanada dê di demeke nêzîk de ligel hêzên hevpeymaniya navdewletî beşdarî şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ bikin.

Fermandarê birargehea opereyonan a artêşa Kenada General Jonasan Vans da xuya kirin ku tîmên divê piştgiriyê bidin balafirên şer li ser qadê hatine amadekirin û ew ji 600 kesî pêk tê, dê ew tîm di dawiya vê mehê li Kiwêtê li baregeha leşkerî bêne bicih kirin û Kanada wê ji wir beşdarî operesyona li dijî DAIŞ bibe.

Wî fermandarî her wiha got: “Pêwîst e ev merc hemû amadebin beriya ku di serî manga bê de balafir berve Iraqê bêne birêkirin.”
 

Nûçeyên têkildar