26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Kobanê şer berewam e..Balafir DAIŞ didin ber bombeyan

Çavkanî: KDP.info

Kobanî (Rûdaw) – Li Kobanê, şevê din şer û pevçûn di navbera şervaên kurd û çekdarên DAIŞê de derket û balafirên şer ên hêzên navdewletî jî dest bi bombebarana cih û çekdarên DAIŞê kirin.

Li gorî agahiyan, şevê din şer û pevçûn di navbera şervaên kurd û çekdarên DAIŞê de li nava taxên bajarê Kobanê pir giran bibûn û çekdarên rêxistina DAIŞê bi 2 otomobîlên bombekirî êrişî navenda bajarê Kobanî kirinû ew li derdora hola Aştî û nexweşxaneya Kobanî teqandin, di encamê de 3 sivîl birîndar bibûn.

Herweha li gorî wan agahiyan, ku piştî êrişên DAIŞê yên tund li ser navenda bajarê Kobanê, balafirên şer ên hêzên navdewletî jî dest bi bombebarana cih û çekdarên DAIŞê kirin.

Li rojhilatê bajarê Kobanê û li derdora taxa Pîşesaziyê, Bazara Keskayiyê û derdora Şaredariya Kobanê, balafiran cih û hêzên DAIŞê bombebaran kirin.

Li aliyê rojavayê Kobanê jî, balafiran derdora gundên Tilşiîrê û Mezrê dan ber bombeyan.

Ev 3 roj in ku rêxistina DAIŞê rojane bi topên hawnan, taxa Gumrigê û deriyê sînorî yê di navbera bajarê Kobanê û bakurê Kurdistanê de, li bakurê bajarê Kobanê tûnd topbaran dike, û ta vê demê çend topên hawnên DAIŞê li hindirê xaka bakurê Kurdistanê jî ketine.

Nûçeyên têkildar