Encumen Asayîşa NY daxwaza berfirehtirina operasyonên li dijî DAIŞê kir

Ajans-KDP.info- Encûmena asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi beyannameyekê daxwaz kir ku operesyona li dijî rêxistina terorê DAIŞ li Sûriyê û Iraqê bête berfereh kirin.
Encumenê bang li civaka navdeletî kir ku li gorî yesa û zagonên navdewletî divê bêtir piştgirî li hikûmeta Iraqê û hêzên ewlekariyê ya Iraqê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de, bête kirin.
Encumena asayîşa NY tekez li ser wê yekê kir ku divê rêxistina terorê DAIŞ jinav bête birin û ew şêwaza hov ya pê tevger dike ji holê bête rakirin.




