26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî hevkariya penaberên Kampa Beherkê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Piştî barîna baraneke giran li Herêma Kurdistanê ku bûne sedema çêbûna lehiyan û li kampa Beherkê baran derbasî nava çadirên penaberan bû, lewma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hewara wan malbatan ve çû û alîkarî û hevkariya wan kir.

Di dirêjahiya kar û çalakiyên xwe de, tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di nava 3 rojên borî de hevkariya malbatên penaberên ku li Kaman zerer ji ber baranê gihîştiye çadirên wan û bi hewara wan bambatan ve çû û hevkarî û kel û pelên zivistanê û xwarin bi ser penaberan belav kir.

Ofîsa Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Kampa Beherhê 3 rojên borî bo hevkariya penaberan kar û çalakî pêk anîn û hevkarî û kel û pelên zivistanê û xwarin bi ser penaberan belav kir.
 

Nûçeyên têkildar