Civînên aliyên Rojava li Dihokê pêşve diçin û ji rêkeftinê nêzîk bûne

Dihok-KDP.info- Endamêkî şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku, herdu aliyên Rojavayê Kurdistanê li ser 2 xalên girîng ji rêkeftinê nêzîk bûne û biryar e îro li ser xala sêyemîn ku avakirina hêzeke hevbeşe gotûbêj bikin.
Neşet Zaza Endamê şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ji KDP.info re ragihand: “Ev 5 roj in ku gotûbêj di navbera ENKSê û TEV-DEMê de berdewam e, 3 xalên girîng gotûbêj dikin, ew jî danîna lêvegerekê bo Rojava û çawaniya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê û avakirina hêzeke hevbeş bo Rojava. Derbarê xala yekê %80 li hev kirine û tenê hinek têbîniyên herdu aliyan hene, pitre dê derbarê wê xalê bighên rêkeftina dawî.”
Neşet Zaza wiha got: “Biryar e îro gotûbêj derbarê xala sêyemîn jî bê kirin, ku avakirina hêzeke hevbeş e ji bo Rojavayê Kurdistanê, ku ew hêze çawa bê avakirin.”
Endamê ENKSê wiha domand: “Tê çaverê kirin ku îro heta sibe dawî bi gotûbêjên xwe bînin û em geşbînin ku aliyên Rojava li ser wan her sê xalan rêkefin, ji ber ku eger li ser xalekê rêknekefin, nikarin li ser xalên din jî rêkeftinekê ava bikin.”




