26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Artêşa Amerîkayê: Em nahêlin DAIŞ li derdora Kobanê bimîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî operasyonên nû li dijî çeperên DAIŞê li Kobanê pêk anîn. Artêşa Amerîkayê jî ragihand, ew nahêlin DAIŞ hêzên nû bîne Kobanê.

Li gorî agahiyan, şer û pevçûn di navbera şervanên kurd û terorîstên DAIŞê de bi taybetî li rojhilatê bajarê Kobanê didomin û şervanan rêjeyeke mezin ji bajêr xistine destê xwe.

Her wiha ji aliyê rojavayê bajêr de, şervanên kurd êrişî çeperên DAIŞê li gundê Mînazî kirin û destê xwe danîn ser navşeya derdora birca radyoya Kobanê, ku 8 km ji bajêrê Kobanê dûr e.

Saziya Çavdêra Mafên Mirovan li Sûriyê jî ragihand ku, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li aliyê rojhilatê bajêr li taxa Kaniya Ereban, cihê ku şer tê de germ e, li çeperên DAIŞê dane.

Fermandarê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê General Lioyd Austin jî ragihand: “Dujmin Kobanê kiriye armanca xwe ya sereke. Di rojên borî de hêz û çekên xwe birine nêzîkî wî bajarî. Armanca me ya sereke têkbirina wan tundrewan e. Heta ku ew hêza xwe li Kobanê bêhtir bikin emê jî li wan bidin û terorîstan li wir nehêlin.”
 

Nûçeyên têkildar