Nebî: Sundxwarina wezîrên kurd destpêka gotûbêjan e bo şandina mûçeyên fermanberan

Hewlêr-KDP.info- Birîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê dibêje, sundxwarina Wezîrên Kurd li Bexdayê û dest bi karbûna wan di wezaretên xwe de, destpêka vekirina deriyê gotûbêjkirina ligel Herêma Kurdistanê. Herwiha da zanîn ku, meseleya venegerandina mûçeyên fermanberan ne bi Wezîrê Darayî ve girêdayî ye.
Fazil Nebî, Birîkarê berê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de ji KDP.info re ragihand: “Hêviya me mezine ku mûçeyê fermanberan zû bê şandin biştî ku wezîrên kurd sund xwarin û dest bi karê xwe bikin, ji ber ku ew yek destpêka vekirina dergehê gotûbêjan e ligel Herêma Kurdistanê. Meseleya venegerandina mûçeyên fermanberan ne bi Wezîrê Darayî ve girêdayî ye. Ew dibêjin ku çend pirs hene pêşiya şandina mûçeyê fermanberan.”
Nebî wiha domand: “Pêngava yekê ew e ku wezîrên kurd dest bi karê xwe bikin û Wezîrê Darayî ku Kurd e, bi wan desthilatê xwe gellek tiştan bikin.”
Fazil Nebî ragihand: “Desthilatê Wezîrê Darayî gellek in û neşandina mûçeyê fermanberan bi fermana Encûmena Wezîran. Wezîrê Darayî dikare gellek nakokiyan çareser bike. Herwiha Hoşyar Zêbarî pêwendiyên wî ligel hemû aliyan pir başin û dibe ku her zû ew nakokiyên darayî bên çareser kirin. Herwiha Dr. Roj Nûrî jî xwedî giraniyeke taybet e, lê dive hevahengiyeke mezin di navbera Kurdistan û nûnerên Kurd li Bexdayê hebe, da ku ew bi başî erkê xwe bicih bînin.”




