Penaberên Kobanê ji Bakurê Kurdistanê tên Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî ragihand ku, îro karwanê yekê ji penaberên Kobanê gihîşt Hewlêrê û dibe ku 100 hezar penaberên Kobanê di rojên bê de ji Bakurê Kurdisatnê bên Herêma Kurdistanê.
Rêveberê ragihandina parêzgeha Hewlêrê Hemze hamid ji KDP.info re ragihand: “Îro karwanekî penaberên Kobanê gihîşt Hewlêrê ku hejmara wan 200 malbat in û li kampa Kewregoskê hatin bi cih kirin.”
Hemze wiha Domand: “Herwiha hemû pêdivî ji wan re hatin peydakirin û îro Parêzgarê Hewlêrê jî serdana wan kir û bi germî pêşwazî li wan kir û soz jî da wa ku ti têmasiyên wan nehêle.”
Hemze hamid ragihand: “Dibe ku 100 hezar penaberên Kobanê di rojên bê de ji Bakurê Kurdisatnê bên Hewlêrê. Lewma jî, ji bo vê yekê biryar hatiye sitendin ku kampên Quştepe, Basirme, beherke û Dareşekran bên firehkirin da ku cihê wan jî çê bibe.”
Beriya çend rojan Serok Barzanî ferman da ku sînorê Îbrahîm Xelîl li pêşiya penaberên Kobanê bê vekirin û niha rojane hejmarek mezin ji wan penaberan ji Bakurê Kurdistanê berê xwe didin Başûrê Kurdistanê.




