Li Zummarê Hêzên Pêşmerge bi tundî li DAIŞê dan û 8 ji wan kuştin

Zummar-KDP.info- Hêzên Pêşmerge vê êvarê çeberên DAIŞê dan ber topan û di encamê de 8 terorîs hatin kuştin. Hevdem DAIŞê li bajarê Mûsilê di nava mizgeftan de meşqên leşkerî bi çekdarên xwe dike.
Seîd Memozînî berpirsê ragihandina liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge vê êvarê çeberên DAIŞê dan ber topan û di encamê de 8 terorîs hatin kuştin û zerer û ziyanekî mezin gihandin wan terorîstan.”
Memozînî wiha doman ku, “DAIŞ li nava 15 mizgeftên Mûsilê meşiqên leşkerî bi çekdarên xwe dike, ku nimêj di wan mizgeftan de qedexw kirine.”
Berpirsê ragihandina liqa 14 ya PDKê li Mûsilê ragihand: “Her îro li nava bajarê Mûsilê li navçeya Hemam Elîl ya başûrê wî bajarî, çend çekdarên nenaskirî êriş kirin ser çekdarên DAIŞê û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin ku yek ji wan Emîrekî DAIŞê bû.”




