PDKê daxwaza kursiyê Parêzgarê Helebce dike

Helebce-KDP.info- Berpirsê liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Helebce ragihand ku, bo xizmeta Helebceyê ew daxwaza kursiyê Parêzgeha wî bajarî dikin. Herwiha da zanîn ku, hemû alî yek dengin li ser pêwîstiya danîna encûmen û parêzgarê Helebce.
Seîd Pişderî Berpirsê liqa 12 ya PDKê li Helebce ragihand: “Di dema borî de, Encûmena Wezîran komîteyek erikdar kir bo çawaniya piraktîzkirina biryara bi parêzgarbûna Helebceyê. Îro jî komîteyeke yasayî û teknîkî ku ji aliyê Encumena Wezîran hatibû pêk anîn, li Helebceyê ligel aliyên siyasî û rêxistinên civaka medenî û ligel xelkê din civiya.”
Pişderî wiha domand: “Tişta ku me dît, ne ji aliyê yasayî û ne jî ji aliyê rêkeftina siyasî de ti aloziyekî wisa mezin dernakeve, ji ber ku hemû aliyên siyasî di civînê de biryar dank u berjewendiya Helebce di ser her tiştî re bigrin. Herwiha tişta ku dilê me û dilê xelkê xweş dike ku tê pêşbînî kirin ku bi parêzgarbûna Helebceyê neyê paşxistin.”
Berpirsê liqa 12 ya PDKê da zanîn ku, “Hemû alî yek dengin li ser pêwîstiya danîna encûmen û parêzgarê Helebce, ku ew hemû kar neghên 16/3 roja bîranîna kîmyabarankirina Helebce û beriya wî demî hemû kar bi dawî bibin.”
Derbarê kursiyên parêzgeha Helebce û yekalîkirina wan ji aliyê partî û aliyên siyasî Seîd Pişderî ragihand: “Bi fermî gotûbêj dest pê nekirine, lê hinek gotûbêjên nefermî ligel hinek aliyên siyasî hebûn. Me wek PDKê pêşniyara wê yekê kir ku di hefteya bê de hemû aliyên siyasî bicivin da ku rêkeftineke siyasî li ser kursiyên parêzgehê bikin.”
Pişderî Ragihand: “Tişta ku ji me re girîng e ku ew kar bi dawî bibin û parêzgarek bê danîn ku xizmeta vê xelkê bike û bi parêzgarbûna Helebce ji warê biryarê bikeve ware piraktîkî ku em wek PDKê li ser vê yekê kar dikin. Herwiha em dixwazin kursiyê parêzgar werbigrin da ku em bi awayekî mezin xizmeta vî bajarî û deverê û xelkê wê bikin.”




