26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Spaniya dê hevkariya Kurdistanê li dijî terorîstan bike.. Nêçîrvan Barzanî: Em girîngiyê bi peywendiyên xwe yên ligel cîhanê didin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê Spaniyayê civiyan û di wê hevdîtinê de Konsulusê Spaniyayê anî ziman ku dê Parlementoya Spaniyayê di vê derbarê de civîneke taybetî li dar dixe û behsa çawaniya hevkarîkirina Kurdistanê li dijî terorîstan dike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Spaniyayê yê li Bexdayê Khosy Maria Ferry kir ku cara yekeme serdana Kurdistanê dike.

Di hevdîtinê de rewşa niha ya Iraqê, rewşa ewlekariya Bexdayê, deverên din yên Iraqê û herwiha metirsiyên terorîstên DAIŞê yên li ser deverê bi giştî hatin nirxandin û di vê derbarê de Konsulusê Spaniyayê dilgiraniya xwe ya li hember rewşa nearam ya ewlekarî a deverê bi taybetî ya Bexda û hin navçeyên din diyar kir.

Konsulusê Spaniyayê herwiha eşkere kir ku ew çend roje ez li Hewlêrê me, her çend rewşa Iraqê rewşeke aloze lê li Kurdistanê bi taybetî jî li Hewlêrê rewşeke aram û seqamgîr heye.

Di berdewamiya hevdîtina han de her du alî behsa çêbûna hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê û rola Spaniyayê di nava hevpeymaniya han de nirxandin û balkêşandine ser girîngiya şerê hêzên pêşmerge ya li dijî terorîstên DAIŞê û Konsulusê Spaniyayê anî ziman ku dê Parlementoya Spaniyayê di vê derbarê de civîneke taybetî li dar dixe û behsa çawaniya hevkarîkirina Kurdistan li dijî terorîstan dike.

Di beşeke din ya hevdîtina han de her du alî behsa peywendiyên navbera Kurdistan û Spaniyayê de kirin û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî eşkere kir ku Kurdistan gellek girîngî bi peywendiyên xwe yên li gel welatên cîhanê bi taybetî Spaniyayê dide û hêvî xwest ku di warê penaberan de Spaniya hevkariya Kurdistanê bike.

Nûçeyên têkildar