26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Em spasiya Amerîkayê dikin ku nehişt Kobanê bikeve destê DAIŞê

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke amerîkî kir û di wê hevdîtinê de Serok Barzanî jiber êrîşên asmanî yên Amerîkayê bo ser terorîstên DAIŞê li Kobanê û herwiha bo ku rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê spasiya Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku lêdana terorîstan li Sûriyê gellek girîng e daku terorîstên nava Iraqê nikaribin Sûriyê weke wargehekî aram bo xwe bikar bînin.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Dihokê pêşwazî şandeke Amerîkayî bi serokatiya Cîgirê Şewirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê Tony bilincen civiya.

Di hevdîtinê de ku Şewirmendê Civata Ewlekariya Netewî ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên jî tê de beşdar bûn heyeta Amerîkayî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana han bo Kurdistanê û herwiha hevdîtina xwe ya bi Serok Barzanî re diyar kir û silavên Obama û jeo Biden jî gehande Serok Barzanî û Gelê Kurd.

Tony Bilincen di berdewamiya axaftinên xwe de ji ber hevkarî û hevpeymaniya Kurd ya ligel Amerîka û hêzên cîhanî ya li dijî terorîstên DAIŞê de jî spasiyên Amerîkayê pêşkêşî Kurdistanê kir û got: “Em ji nêz ve ha ji qehremaniya Hêzên Pêşmergen û em serbilindin ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de pêşmerge hevpeymanê me ye.”

Heyeta Amerîkayî herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kir daku nêrîn û ramanên xwe yên li dor rewşa niha pêşkêş bike daku ew jî di siya wan nêrînan de bibin xwedan zaniyarî.

Di berdewamiya hevdîtina han de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî hevdem ligel bixêr hatinkirina heyeta mêvan, jiber hevkariyên Amerîkayê jî yên ku di wan demên dawî de pêşkêşî Gelê Kurd kiriye spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Amerîkayê Obama û Cîgirê wî Jeo Biden û gelê Amerîkayê kir.

Serok Barzanî got: “DAIŞ ne tevgereke nû ya terorîstiye jiber ku berdewamiya Qaideyê ye û zêdetir xwe organîze kiriye û her çend di warê hizrî de nakokiyên wan jî hebin lê di rastî de xwedan yek çavkanî ne.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de bi berfirehî behsa sedemên bilez belavbûna terorîstên DAIŞê li Iraqê de kir û got: “Bilez belavbûn û bihêzbûna terorîstên DAIŞê siyasetên şaş yên hikûmeta berê yê Iraqê ye jiber ku siyasetên şaş yên hikûmeta berê ya Iraqê rê bo terorîstên DAIŞê xweş kir.”

Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: “Beriya salekî me Hikûmeta Iraqê ji metirsiyên DAIŞê agehdar kir û me ji wan re got ku terorîstên DAIŞê li derdorê Mûsilê hewl bo xwe amadekirinê dide, lê belê Hikûmeta Iraqê ew agehdariyên me bi cidî wer negirt. Eger çareseriyeke siyasî ji aloziyên navçeyên suneyên Iraqê re hatiba dîtin wê demê DAIŞê nedikarî ku bi vî rengî pêş bikeve lê siyasetên şaş yên Serokwezîrê berê yê Iraqê bûne sedem ku welatiyên sune weke rizgarker li DAIŞê bimîzinin û piştgîriya DAIŞê bikin.”

Serok Barzanî eşkere kir ku, “Hikûmeta wê demê ya Bexdayê di şûna çareserkirina şikestinên artêşa Iraqê hewl da daku tometên curbicur bixe ser Kurdistanê daku bi vî rengî şikestên artêşê veşêre û Kurdistanê bi vê yekê tawanbar dikir ku bûye navenda Serokên nerazî yên sune, ev di demekî de ye ku pêştir jî Kurdistan wargeheke aram bû welatiyên şîi jî bûye û niha jî bi sed hezaran welatiyên deverên din yên Iraqê ji tirsa terorê berê xwe dana Kurdistanê û li Kurdistanê de hatine bicîhkirin û hewandina wan penaberan jî li cem xelkê Kurdistanê pîwaneke mirofatî bûye û vê herwisa jî bidome.”

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: “Terorîstên DAIŞê ji nîşkave bi wan çekên her du artêşên Sûriya û Iraqê yên ku bidest xistibûn êrîşî ser Kurdistanê kirin, lê Hêzên Pêşmerge jî ti çekeke giran û pêşkeftî di destê wan de tunebû lewre di du rojên destpêkê de terorîst karîn li çend deveran de pêşrewî bikin lê pişt re Hêzên Pêşmerge netenê rê neda ku terorîst pêşrewî bikin belku beşeke mezin ji wan deveran jî ku ketibûn destê terorîstan rizgar kir û ev deverên ku niha jî di destê terorîstên DIŞIê dene vê di demeke nêz de werin azadkirin.”

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku, “Terorîstên DAIŞê bi tenê di şerê xwe ya ligel Hêzên Pêşmerge de rastî şikest û wendahiyan hatine û li cêyên din DAIŞê hîna her serdeste û ti hêzek tuneye ku li dijî DAIŞê şer bike.

Serok Barzanî got: “Nabe çavê Iraqiyan li destê Hêzê Pêşmerge be bo tunekirina terorîstên DAIŞê jiber ku em deverên Kurdistanî azad dikin û nabe ew jî rûnin û li me bimîzênin. Pêwîst e xwe organîze bikin û deverên xwe ji destê terorîstan rizgar bikin. Pêşmerge ev telîsma han yaku digot DAIŞê bihêze û bi ti awayî rastî şikestinê nabe şikand û derbên dijwar li terorîstan dan. Dibe tirsa Iraqiyan jî nemîne û êrîşî terorîstên DAIŞê bikin bo vê yekê jî lazime artêşa Iraqê ji nû ve were organîzekirin lê bi awayek ku tevahiya pêkhateyên Iraqê tê de xwedan rol bin û palanek hevbeş bi beşdariya tevahiya aliyan were amadekirin.”

Serok Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku bi tenê operasiyonên leşkerî bo ji navbirina DAIŞê têrê nakin û lazime hewl bo hişkirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê werin dayîn.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de jiber êrîşên asmanî yên Amerîkayê bo ser terorîstên DAIŞê li Kobanê de û herwiha bo ku rê nedan Kobanê bikeve destê terorîstên DAIŞê spasiya Amerîkayê kir û tekez li ser wê yekê kir ku lêdana terorîstan li Sûriyê gellek girîng e daku terorîstên nava Iraqê nikaribin Sûriyê weke wargehekî aram bo xwe bikar bînin.

Li hember de jî heyeta Amerîkayî bo wan şîroveyan spasiya Serok Barzanî kir û eşkere kir ku ev şîroveyên han bo Amerîkayê gelek girîngin.

Heyeta Amerîkayî herwiha eşkere kir ku, “Dema terorîstên DAIŞê êrîşî Hewlêrê kirin Serok Obama got lazime em Hewlêrê biparizin û di vê çarçoveyê de me erkê xwe cîhbicîh kir û niha jî rêyeke dûr û dirêj di warê hevkarî kirin û hevpeyman bûna hev û du de di pêşiya Amerîka û Kurdistanê deye û emê bihevre vê serkeftinên gelek mezin bidest bixin.”

Heyet got: “Spas bo hevkariya we ku we karî tilîsma DAIŞê bişkînin û serkeftinên we gelek mezin bûn lazime peyama wan serkeftina bigehêje cîhanê daku ev terorîstên ku bi xweziya serkeftinê diçine nav DAIŞê bizanibin ku DAIŞê ne ew hêze ku bikarêbe hertim di serkeftin de be.”

Heyeta Amerîkayî herwiha eşkere kir ku, “Niha hijmara wan welatên ku di hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DAIŞê de cê digirin 60 welate û tevahiya wan welatan di warê leşkerî û hişkkirina çavkaniyên darayî yên DAIŞê de hevkariyên pêwîst pêşkêş dikin. “
 

Nûçeyên têkildar