25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Hê jî %20 ji Kobanê di destê DAIŞê de ye”

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Her ku diçe encamên êrênî yên bombebarana çeperên DAIŞê ji aliyê firokeyên amerîkî û hevpeymanên wê li Kobanê diyar dibin. Di encama van bombebaranên rojên borî de DAIŞ mecbûr maye ku xwe ji hinek taxên Kobanê vekişîne.

Îro cîgirê Wezîrê Derve yê Kantona Kobanê, Îdrîs Nasan, ji Kobanê ji ajansa nûçeyan a frensî AFP re diyar kir ku bombebaranên rojên borî encamên baş nîşan dane û êdî kêmtir ji sedî 20ê bajarê Kobanê di bin kontrola çekdarên DAIŞê de maye.

Îdrîs Nassan diyar kir ku şervanên kurd terorîstên DAIŞê ji rojhilat û başûr-rojhilatê Kobanê derdixin.

Îdrîs Nassan herwiha daxwaza arîkariyê ji civata navnetewî kir û got: “Pêwîstiya me ya bêtir bi êrişên ezmanî heye, lê pêwîstiya me ya bêtir bi arîkariya bi çek û fîşekan jî heye, da ku em bikaribin li ser erdê şerê wan bikin.“

Ev di demekî ye ku Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand, heta niha jî tirsa wê heye Kobanî bikeve destê DAIŞê.
 

Nûçeyên têkildar