26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîkayê: Me dest bi perwedeya hêzên opozîsyona Sûriyê kiriye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dest bi perwerde û amadekirina hêzên leşkerî yên opozîsyona Sûriyê yên lîberal kiriye.

Di dema ku DYA dibêje ku operasyonên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê nebes in, artêşa wî welatî dest bi perwerde û amadekirina hêzên leşkerî yên opozîsyona Sûriyê yên lîberal kiriye, ji ber ku dixwaze di warê bejahî de bi wan hêzan li dijî DAIŞê şer bike.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Tony Blînken di daxuyaniyekê de ragihand: “Hevkariyên siyasê û leşkerî di navbera me û opozîsyona Sûriyê de heye. Ev çend sal in en bi hevre kar dikin. Em hewl didin alîkariya wan bikin û şîretan jî li wan dikin.”

Tony Blinken wiha domand: “Beriya demekê Kongirêsa amerîkî perwerde û amadekirina hêzên leşkerî yên opozîsyona Sûriyê pejirand û niha ew program tê pêkanîn. Niha em baregehên leşkerî ji wan re amade dikin û di destpêka sala bê de emê wan kesan bînin û perwerde bikin.”

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê tekez kir ku, “Ew perwerde dê bi destê serbazên amerîkî be. Tirkiye razî bûye ku navend û baregehên perwerdeya hêzên opozîsyona Sûriyê li wî welatî bên vekirin.”

Rayedarên leşkerî yên Pentagonê dibêjin, amadekirina hinek komên opozîsyona Sûriyê û belavkirina wan di wan baregehand de, 5 meh jêre divê.

Nûçeyên têkildar