PDK û YNK Rêkeftina Stratejîk dikin..Nêçîrvan Barzanî: Peyama me bo aliyên Rojava ku xwe bikin yek

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Brazanî piştî civîna polîtburoyên PDKê û YNKê, ragihand ku di wê civînê de ew li hev hatine ku “Rêkeftina Stratejîk” li ber çavan re derbas bikin.
Polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) îro derbarê çend pirsên girîng û nakokiyên navbera her du partiyan de li Hewlêrê civiyan.
Piştî civînê, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Brazanî û Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextyar konferanseke rojnamevanî derbarê naveroka wê civînê lidar xistin.
Nêçîrvan Barzanî di wê konferansê de derbarê “Rêkeftina Stratejîk” ya di navbera PDKê û YNKê de wiha got: “Me li hev kir ku bi Rêkeftina Stratejîk de biçin û wê rêkeftinê sererast bikin. Hinek tiştan jê kêm kin û hinek tiştan jî lê zêde bikin.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, “Ji ber Rêkeftina Stratejîk me gellek destkeftên girîng bi dest xistine.”
Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Brazanî tekez kir ku, “Me biriyar da ku çend komîteyên hevbeş pêk bînin.”
Berpirsê Polîtburoya YNKê Mela Bextyar jî li ser naveroka civîê got: “Di civînê de me komîteyek bilind ji herdu aliyan pêkanî û bi serokatiya Nêçîrvan Brazanî û min (Mela Bextyar) bo çareserkirina nakokiyan.”
Mela Bextyar wiha domand: “Her sê alî PDK, YNK û Tevgera Goranê dê li hev bicivin û di wê civînê de nakokiyan çareser bikin.”
Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn ku,” Îro wezîrên kurd dê biçin Bexdayê. Herwiha dê şandeke Herêma Kurdistanê jî serdana Bexdayê bike.”
Cîgirê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Brazanî tekez kir ku, “PDK û YNK yekdeng in li ser hewldanên cidî bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.”
Derbarê rewşa Kobanê jî û çawaniya hevkariya wê, Nêçîrvan Brazanî wiha got: “PDK û YNK li ser rewşa Kobanê yekdeng in.”
Herwiha derbarê civîna Dihokê navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê, Nêçîrvan Brazanî wiha got: “Peyama me bo aliyên derdu aliyên Rojava ku di nav xwe de xwe bikin yek.”




