Balafirên hevpeymaniyê li Kobanê li DAIŞê didin

Kobanê-KDP.info- Hêzên hevpeymana navneteweyî yên bin rêvebiriya Amerîkayê de li bajarê Kobanê 16 avahî û hin wesayîtên rêxistina DAIŞê dan ber bombeyan.
Li baregeha û hin wesayîtên bi zirxî yên rêxistina DAIŞ yên li beramberî gundê Etmanekê yê giredayi navçeya Pirsûsê ya Rihayê êrîşên asmanî hatin lidarxsitn.
Piştî êrişê ji Pirsûsê jî pêt, dû û toza ji baregehên DAIŞê rabû hat xuyandin. Herwiha bombeyek jî li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ket.
Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) jî daxuyandin li Sûriye û Iraqê 23 êrîşên asmanî li dijî çeper û çekdarên DAIŞê hatîn pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku duhî û îro li Sûriyê 18 êrîşên bi balafirên şerî li dijî baregeh û çekdarên DAIŞê hatin lidarxistin. Li Iraqê jî 5 êrîşên bi balafirên şerî hatîn pêkanîn.




