Herdu encumenên Rojava 3 xal girîng dinirxînin

Dihok-KDP.info- Herdu encumenê Rojavayê Kurdistanê hîna li Dihokê di civînan de ye û 3 xalên girîng gotûbêj dikin, ew jî awayê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ye û avakirina hêzeke leşkerî hevbeş, herwiha şeriyeta siyasî û yasayî li Rojavayê Kurdistanê di navbera herdu encumenan de.
Peyamnêrê KDP.info li cihê civînên Dihokê ragihand: “Piştî Civîneke hevbeş di navbera me û şanda (TEV-DEM)ê de hat lidar xistin û di wê civînê de bêhtir kar li ser karê rêkxistinî hat kirin. Di civînê de komîteyek ji 6 kesan hat avakirin ji her aliyekî 3 kes di wê komîteyê de ne. Ew komîte reşnivîsa karê hevbeş amade kir û niha ew reşnivîs di civîna hevbeş de tê nirxandin.”
Di civînan de 3 xalên girîng gotûbêj dibin, ew jî awayê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ye û avakirina hêzeke leşkerî hevbeş, herwiha şeriyeta siyasî û yasayî li Rojavayê Kurdistanê di navbera herdu encumenan de.
Li gorî peyamnêrê KDP.info ragihand ku tê çaverê kirin ku aliyên Rojavayê Kurdistanê li ser wan xalan li hev bikin.
Hêjayî gotinê ye ku duh civînên herdu encûmenan li Dihokê bi serperiştiya Serok Barzanî dest pê kirin.




