Hikûmeta Sûriyê avakirina Herêmeke Tampon red dike

Ajans-KDP.info- Wezareta Derve ya Sûriyê hewlên avakirina “Herêmeke Tampon” li ser zeviyên xwe protesto dike û bi şêwirmendiya hevalên xwe wê hemû karên pêwîst bike.
Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku hikûmeta Tirkiyeyê ji destpêka krîza Sûriyê ve kar dike ji bo ziyanê bigihîne aramiya wî welatî û gefê bide desthilatê û yekîtî û aştiyê.
Di daxuyaniyekê de, Wezareta Derve ya Sûriyê ragihand ku, “Hewldanên Tirkiyeyê ji bo pêkanîna herêmeke tampon li ser zeviyên Sûriyê dibe zêdegaviyeke xirab ji prensîp û armancên Peymana Neteweyên Yekbûyî re. Herwiha ji yasaya navdewletî re ku pêwîst dike desthilata niştimanî ya dewletan bê parastin û destêxistin di karûbarên hindurê wan de nebe. “
Li gorî wê daxuyaniyê Wezareta Derve ya Sûriyê ji Civaka Navdewletî xwest ku bilez tevgerê bike, ji bo danîna sînorekî ji zêdegaviyên Hikûmeta Tirkiyeyê re.
Di vê daxuyaniya de hatiye ku Komkara Erebî ya Sûrî, bi yek carê, protesto dike ku herêmên tampon li ser çi beşî ji zeviya wê pêk bîne, bi çi hêncetekê be, herwiha çi derbasbûna artêşên biyanî bo nav axa xwe protesto dike û bi şêwirmendiya hevalên xwe, wê hemû karên pêwîst bike, ji bo parastina desthilata xwe ya niştimanî û yekîtî û aştiya zeviyên xwe.




