26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

1480 penaberên Kobanê gihîştine Berdereş

Çavkanî: KDP.info

Berdereş-KDP.info- Piştî ku Serok Barzanî biriyara vekirina sînorê Îbrahîm Xelîl li pêşiya penaberên Kobanê da, rojane bi riya wî sînorî bi sedan ew penaber ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kurdistanê dibin.

Hikmet Mewlûd berpirsê ragihandina Qayimqamiya Berdereşê ragihand: “Beşek ji penaberên Kobanê hatine bajerokê Berdereş û şeva borî jî 650 penaber gihîştin Berdereş. Herwiha vê sibehê 830 penaber jî gihîştin wê deverê û ji aliyê Qayîmqamê Berdereş bi germî pêşwazî li wan penaberan kir.”

Mewlûd wiha domand: “Me xwarin ji wan re amadekiribû û tîmên tendirûstî yên bilez jî, ji kesên ku pêwîstiya wan bi çareseriyê heye, peyda kir.”

Berpirsê ragihandina Qayimqamiya Berdereşê ragihand: “Beşek ji wan penaberan li kampa Gewêlanê hatine bicîh kirin û beşeke din jî li Silêmaniyê. Niha 10800 kes di kampa Gewêlanê ne ku 7000 kes ji wan xelkê Kobanê ne û 3500 kesên din yên xelkê bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê ne.”

Nûçeyên têkildar