26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Heşt hezar penaberên Kobanê hatine Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info- Rêveberê Asayîşa xala sînorê Îbrahîm Xelîl ragihand ku, hatina penaberên Kobanê bo Herêma Kurdistanê berdewam e û heta niha hejmara penaberên Kobanê yên ku hatine Kurdistanê gihîştine 8 hezar kesî.

Ebdulwehab Mihemed Rêveberê Asayîşa xala sînorê Îbrahîm Xelîl ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryara vekirina sînorê Îbrahîm Xelîl li pêşiya penaberên Kobanî da, hejmareke mezin ji wan penaberan ji Tirkiyeyê berê xwe dane Kurdistanê û heta niha hejmara penaberên Kobanê yên ku hatine Kurdistanê gihîştine 8 hezar kesî.”

Mihemed wiha domand: “Her penaberekî Kobanî bixwaze bê herêma Kurdistanê sînor li pêşiya wî vekiriye û ji bona derbasbûna wan tenê em tenê li nasnameya wan dinerin.”
 

Nûçeyên têkildar