Mela: Komîteyek ji 6 kesan hat avakirin bo amadekirina reşnivîsetê

Dihok-KDP.inof- Civîna sibehê ya di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û şanda (TEV-DEM)ê de bi dawî hat û tê de komîteyek bo amadekirina reşnivîsetê hat pêk anîn.
Derbarê naverok û encamên wê civînê de, Sekreterê Partiya Demokrat a kurdistanê-S (PDK-S) Siûd Mela ji KDP.info re ragihand: “Civîneke hevbeş di navbera me û şanda (TEV-DEM)ê de hat lidar xistin û di wê civînê de bêhtir kar li ser karê rêkxistinî hat kirin. Di civînê de komîteyek ji 6 kesan hat avakirin ji her aliyekî 3 kes di wê komîteyê de ne.”
Siûd Mela wiha got: “Ew komîte wê reşnivîsa karê hevbeş amade bike û piştre ew reşnivîs wê di civîneke hevbeş de bê nirxandin.”
Derbarê çawaniya amadekirina wê reşnivîsê, Siûd Mela da zanîn ku, “Her aliyek dê ji aliyê xwe ve pêşniyarên xwe binivîsîne û piştre her 6 bi hevre reşnivîsê amadebikin û pêşkêşî civîna hevbeş bikin.”
Sekreterê PDK-S da zanîn ku, “Heta seat 4ê êvarî wê reşnivîsa civînê amade be.”
Mela ragihand: “Civîn bi awayekî baş birêve çû û tê de gotûbêj bi dilxweşî birê çûn. Niyetek bo rêkeftinekê hebû. Em ji encamên van civînan pir geşbîn in.”




