26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Herdu aliyan pêşwazî li daxwazên Serok Barzanî kirin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Îro Serokê Herêma Kurdistanê ligel herdu encûmenên Rojavayê Kurdistanê civiya û tê de çend daxwazên Serok Barzanî hebûn û herdu aliyan jî pêşwazî li wan daxwazan kirin
Xerîb Hiso Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Îro Serokê Herêma Kurdistanê ligel herdu encûmenên Rojavayê Kurdistanê civiya û beriya vê civînê jî Serok Barzanî û Hevserokê PYDê Salih Mislim nîv seatê civiyan.”
Heso wiha domand: “Piştre civîn bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê dest pê kir û di rewşeke birayetî û kurdayetî de birêve çû û Serok Barzanî çend daxwazî ji herdu aliyan kir û wan jî pêşwazî li wan daxwazan kirin û piştre gellek gotûbêj hatin kirin.”
Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê dibêje: “Civîna îro tenê wek pêşwaziyê bû û tê de behsa Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin.”
Xerîb Hiso wiha got: “Biryar e sibe seat 9ê sibehê herdu alî careke din bicivin û programa civînê amadebikin û piştre gotûbêj li ser bikin.”
Hiso da zanîn ku, “Di civîna sibê de Serokê Herêma Kurdistanê beşdar nabe, lê nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê dê beşdar be.”

Nûçeyên têkildar