Civîna Parlamentoya Kurdistanê derbarê Kobanê sibe jî didome

Hewlêr-KDP.info- Îro Parlamentoya Kurdistanê derbarê rewşa Kobanê civiyan û heta vê êvarê ew civîn domand û biryar e sibe jî ev civîn bidomin.
Vala Ferîd parlamentera Kurdistanê li ser Fraksiyona Partiya Demokrat a kurdistanê (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Îro Parlamentoya Kurdistanê civiya û tê de gotûbêj li ser rewşa Kobanê hat kirin û raporta komîteya şanda Parlamentoyê bo Kobanê jî hat gengeşe kirin.”
Vala Ferîd wiha domand: “Piştre derfet dan parlamenteran da ku biaxivin û heta vê êvarê jî ew civîn domand, lê civîn bo sibê hat paşxistin, ji ber ku hemû parlamenteran axavtinên xwe nekirin.”
Wê parlamentera kurdistanê jî wiha domand: “Biryar e sibe ew civîn bidome û her demekê parlamanteran axavtinên xwe bi dawî anîn piştre emê daxuyaniyekê belavbikin.”




