25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civîna partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Civîna partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi rêvebiriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bi dawî hat lê hîna ti encamên wê civînê nehatine belavkirin.

Rêvebirên Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê (EGRK) duhî hatin paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Tê gotin, di civîna encumenên Rojavayê Kurdistanê de dê rewşa Kobanî, avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş û nakokiyên navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê bên gotûbêjkirin.

Hat zanîn civîn bi daxwaza Mesud Barzanî hat pêkanîn. Ji şanda ENKSê 11 û ji ya TEV-DEMê jî 7 kes beşdarî civinê bûn.

Nûçeyên têkildar