26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hollande: Pêwîst e Tirkiye ş civaka navdewletî hevkariya Kobanî bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê Fransa François Hollande bi pêwîst zanî ku Tirkiyeyê sînorê xwe veke da ku hevkarî û piştevanî bighên kobanê. Herwiha daxwaz ji welatên hevpeymaniyê jî kir ku bêhtir li DAIŞê bidin.

François Hollande îro ragihand ku pir pêwîst e ku Tirkiyeyê sînorê xwe ji şervanên kurd re veke.

Hevdem daxwaz ji welatên hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê jî kir ku bêhtir li DAIŞê bidin.

Serokomarê Fransa François Hollande got: “Şervanên kurd li Kobanê xelkê Rojavayê Kurdistanê ne û girîng e Tirkiyeyê sînorê xwe ji wan re veke heta piştevanî bighên destê wan.”

Nûçeyên têkildar