25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fuad Husên: Ji bilî serkeftinê ti rêyeke din li pêşiya me nîne

Çavkanî: KDP.info

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragehand ku ev şer şerê man û nemanê ye û got: “Lewra ji xeynî serkeftinê ti rêyeke din bo Kurdan nîne.” Derbarê alîkariyên leşkerî de jî Husên wiha axifî: “Ligel berfirehkirina hewldanan bo jinavbirina DAİŞ’ê, pêdiviya me bi çekên moderntir dibe, wek tank, zrxpoş, antîtank û helîkopteran.”

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên derbarê rewşa dawî de ji govara Gulan re axifî û got: “Ev şerê han wek ku cenabê Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê da, şerê man û nemanê ye, loma ji xeynî serkeftinê ti rêyeke din li ber Kurdan nîne, ji ber armanca vê rêxistina terorîst ew e ku Kurdistanê dagîr bike, heta ev terorîst jî cîranê me bin, ev gefa han her dimîne. Loma divê DAİŞ ji nav biçe, lê wiha dixwiye dê dirêj jî bibe, lê hêviya me ew e ku bikaribin vî şerî kurt bikin.”

Fuad Husên wiha axifî: “Di şerê bejayî de Kurd şer dikin û ji xeynî Kurdan kesekî din nîne li ser erdê şer bikin, lê dema cîhanê dît ku Kurd ketine metirsiyê di rêya esmanî ve beşdarî vî şerî bûn, wate bi balefirên şer bobekirina pêgehên DAİŞ’ê, piştre jî hinek alîkariya lojîstîkî şandin, bi baweriya me ew alîkarî dest pêk e, ji bo ev şer were yekalîkirin, lê divê zêdetir alîkariya Pêşmergeyan bê kirin, wate yan divê leşkerên xwe bişînin, an jî çekên giran û modern bidin Pêşmerge, herwiha alîkariya lojîstîkî jî divê berdewam be, eger na ew alîkariya heta niha hatiye şandin ne di asta vî şerî de ye ku Pêşmerge dike. Di heman demê de divê di warê însanî de jî alîkariya Herêma Kurdistanê bê kirin ji ber niha zêdeyî milyonek û nîv koçber li herêmê ne.”

Husên da zanîn ku welatên Ewropa û yên din jî di warê leşkerî de alîkariya wan kirine û wiha pêde çû: “Ev alîkariya han dibe ku fêdeyeke wê hebe bo encamdana her êrîşekê yan rawestandina DAİŞ’ê li hinek navçeyan, lê eger şer berfirehtir bibe û hewl bê dayîn ku DAİŞ were jinavbirin, wê demê pêdiviya me bi çekên girantir û moderntir heye, wek mînak tank, zirxpoş, çekên antîtank û helîkopter. Me daxwaza van çekan kiriye, lê dewletên hevpeyman kengî vê biryarê didin, niha ne diyar e, lê em dê her berdewam bin li ser daxwazkirinê. rêxistinên navdewletî jî alîkarî ji Kurdistanê re şandine, lê hemû alîkarî ne di asta pêwist de ne.”

Husên tekez kir ku armanca terorîstên DAİŞ’ê dagîrkirina Kurdistanê ye û axaftina xwe wiha qedand: “Mebesta wan ew e ku vê ezmûna demokrasiyê ya Herêma Kurdistanê jinav bibin, loma bi çendî şêwazan şer dikin, awayek şerê teqlîdî ye ku hemû çekên ber destê xwe bikar tînin, awayekî din jî tirsandina xelkê ye û ez ji vêna re dibêjim stratejiya tirsandinê, loma berî êrîşî cihekî bikin, destpêkê hewl didin propagandeyeke tirs û bizdandinê li wê navçeyê belav bikin, ji bo vêna jî hemû torên civakî bikar tînin, bi vêna jî şerekî fikrî dikin. Çekdarên DAİŞ’ê dijî ax û ferhenga Kurdistanê ne, ew Kurdistanê wek axeke dewlemend dibînin û dixwazin dagîr bikin. Loma bê çawa Pêşmerge li eniyan şer dikin, divê bi rêya medyayê jî şerê fikrê vê grûba terorîst were kirin, divê bi rêya torên sosyal medya jî şerê wan were kirin.”

Nûçeyên têkildar