26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê soz alîkariyê da kurdan

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond ji serkeftinên Hêzên Pêşmerge li ser DAIŞê mat maye û dibêje, “civaka navdewletî amadeye hevkariya we bike û ez soz didim ku em we bi tenê nahêlin.”

Duh êvarî Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond hat Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û piştre ligel Serokwezîr konferanseke rojnamevanî lidar xist.

Di destpêka wê civînê de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya welatê Brîtanyayê kir li ser pêşkêşkirina wan hevkariyên mirovî û leşkerî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û wiha got: “Bêhtirî milyonek û 500 koçberên Iraqê berê xwe dane Herêma Kurdistanê, lewma jî em banga hevkariyên zêdetir ji wan re dikin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond wiha got: “Ez dixwazim gellekî gellekî mat mayîna xwe li hember serkeftinên Hêzên Pêşmerge li ser DAIŞê diyar bikin. Herwiha spasiya xelkê Kurdistanê bikin ku deriyê xwe ji koçber û penaberan re vekirin.”

Philip Hammond da zanîn ku, “Civaka navdewletî amadeye ji aliyê leşkerî û mirovî jî hevkariya Kurdistanê bike. Ez soz didim ku em we di şerê li dijî DAIŞê de bi tenê nahêlin.”
 

Nûçeyên têkildar