26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nivîsingeha Serokwezîran hevkariya koçberên Çiyayê Şingalê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nivîsingeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên koçberan, tevahiya pêdviyên jiyanê ji koçberên  li ser çiyayê Şingalê re amade kiriye û dê bi balafiran ji wan re bişîne.

Dr. Nûrî Osman Nûnerê Encûmena Wezîran bo karûbarên koçberan ragihand: “Piştî ku çekdarên DAIŞê destê xwe danîn ser riya navbera Çiyayê Şingalê û Rojavayê Kurdisatanê me daxwaz kir ku hevkarî bi rêya balafiran bighên koçberên li Çiyayê Şingalê.”

Li gor Dr. Nûrî wan 10 hezar betanî û 5 hezar doşek û 200 ton xwarin û hejmareke pêdviyên din wek cilên zivistanê û şîrê zarokan ligel bêhtirî 300 çadir ji wan re hatiye amadekirin.

Nûnerê Encûmena Wezîran bo karûbarên koçberan derbarê kêmiya serdana balafiran ji bo çiyayê Şingalê wiha got: “Ji ber rewşa hewayê û icacê balafir pir bi kêmî diçin çiyayê Şingalê.”

Li gorî amarên nafermî, derdora 10 hezar kes ji kurdên êrîzdî li ser Çiyayê Şingalê mane.
 

Nûçeyên têkildar