Şerê li du aliyên Kobanê berdewam e.. 6 otombîl li bajar teqiyan

Kobanê-KDP.info- Şer li Kobanê di navbera şervanên Kurd û terorîstên DAIŞê de berdewam e û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî navçeyên Pîşesazî û bazareke Kobanê bombebaran kirin û di encamê de terorîstên DAIŞê paşde vekişiyan.
Hat ragihandin ku vê sibehê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li navçeyên pîşesazî û bazareke Kobanê li terorîstên DAIŞê dan û ew bombebarane bû sedema paşvekişana wan çekdaran.
Herwiha li gor agahiyên xelkê navçeyê, şer û pevçûnên giran di navbera şervanên kurd û terorîstên DAIŞê li Kobanî berdewam e û ew çekdar ji derveyî bajêr top û rokêtan davêjin Kobanê.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku, îro terorîstên DAIŞê li nêzîkî mizgefta Hacî Reşad li bakurê Kobanî otombîlek teqandin û di encamê de 5 kes bi giranî birîndar bûn. Herwiha li nava bajar 5 otombîlên din jî teqandin.
Teqîna yekemîn li dersora bazaar Hîlal bû. Teqîna duyemîn li nêzîkî mizgefta Hacî Reşad bû. Otombîla sêyemîn jî li derdora Dezgeha rêveberiya xweser ya rojavayê Kobanê teqiya. Otombîla çarem li rojava û ya pêncem li başûr û ya şeşemîn jî li rojhilatê bajar li nêzîkî sentera bajar teqiyane.
Herwiha hat zanîn ku, rewşa Kobanê pir xerab e û piştî bombebarana ser çeperên DAIŞê ji aliyê balafirên şer ve, dû û agir bi ser hinek taxên bajêr ketiye.”




