26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Civîna Serok Barzanî û Salih Mislim bo sibe hat paşxistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Hevserokê PYDê Salih Mislim hatiye paşxistin.

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Heso ji KDP.info re got, Hevserokê PYDê Salih Mislim dê îro bi rêya Balafirxaneya Hewlêrê re bigihîje Herêma Kurdistanê.

Xerîb Heso da zanîn ku Mislim li ser banga Serokatiya Herêma Kurdistanê tê Başûrê Kurdistanê û got, “Biryar bû îro Barzanî û Mislim bi hev re rûnên li civîn ma sibê.”

Nûnerê PYDê li ser naverok û mijara civîna Serpok Barzanî û Mislim jî got, “Di civîna wan de dê li ser her tiştên ku girêdayî Kurdan e, were axaftin bi taybet rewşa Kobanî dê were gotûbêjkirin.”

Ji aliyekî din, ENKS û EGRK jî dê sibê li Hewlêrê bicivin. Ew civîn dê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve were birêvebirin.
 

Nûçeyên têkildar