26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîladînov: Beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmetê de sedema serkeftina pirosesa siyasî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja yekşemiyê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Nîkolay Mîladînov nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Iraqê û şandeya pê re kir û çend mijarên peywendîdar bi rewşa emnî û siyasiya Iraqê û şerê pêşmerge li dijî terorîstan nirxandin.

Serokwezîrê Kurdistanê û Nîkolay Mîladînov di civînê de; rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, liv û tevgerên terorîstan, dawî pêşhatên meydanî û emnî,  rewşa Suriyê û bi taybetî rewşa Kobanê, hevpeymaniya navdewletiya dijî terorê û operasyonên serbazî û şerê pêşmergeyê Kurdistanê li dijî terorîstan gotûbêj kirin.

Tekîd li ser berdewamî û berfirehkirina hevkariyên serbazî û hinartina çek û cebilxane bo pêşmerge hat kirin û di vê çarçoveyê de, serokwezîrê Kurdistanê dupat kir ku, pêwîstiya pêşmerge bi çekê giran û meşiq û rahînanê  heye daku, pêşmerge bikaribe baştir rûbirûyê terorîstan bibe.

Rewşa mirovî ya penaber û koçberan li herêma Kurdistanê mijarek din a civînê bû ku, têde tekîd li ser pêwîstî û berdewamîya pêşkeşkirina hevkariyan ji aliyê civaka navdewletî kir û serokwezîr zelal kir ku, rewşa penaber û koçberan pêwîstî bi zêdetir hevkarî û alîkariyan heye û divê hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî bi cidî alîkriya penaber û koçberan bikin bi taybetî ku, demsala zivistana di rê deye û eger karên baştir di vî warî de neyên kirin, rewş zehmetir û dijwartir dibe û rewşa mirovî di nava kampan de xiraptir dibe, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi îmkanên xwe yên êkonomêiyên tixûbdar bi tenê nikare weke pêwîst alîkariya koçberan bike.

Pirosesa siyasiya Iraqê û giringiya beşdariya herêma Kurdistanê di hikûmeta nû ya Iraqê de hat behis kirin û di vî warî de serokwezîrê Kurdistanê got ku, piştî danûstandin û rêkeftina aliyên kurdistanî, wezîrên kurd dê li Bexdayê dest bi karên xwe bikin.

Serokwezîr sipasiya helwestê dostane yê nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî  kir ku, berdewam lêdixebite pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bike. Herwesa pêşwazî li pêşniyara şandeyê kir ku, piştî destbikarbûna wezîrên kurd, serokwezîr serdana Bexdayê bike.

Mîladînov got ku, beşdariya herêma Kurdistanê bi awayekî cidî di hikûmeta Iraqê de dibe hokarê serkeftina pirosesa siyasî li Îraqê.

Nûçeyên têkildar