26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serok Barzanî: Tişta ku me ji Hewlêrê re kiriye me ji kobanê re jî kir..Iraq û Sûriyê parçe bûne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dibêje ku ew sînorên ku piştî rêkeftina Sayîks Bîko hatine avakirin, ti pîrozahiya wan nemaye û niha Iraq û Sûriyê bi rastî parçe bûne û DAIŞ bi dilê xwe sînorê xwe diyar dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ligel televîzyona SKY news amaje bi stratîjiya şerê li dijî DAIŞê kir û ragihand: “Stratîjiya me dûrxistina DAIŞ e ji sînorên Herêma Kurdistanê. Çavê me ne li axa ti kesî ye, lê em rê nadin DAIŞê ku bistekê ji axa me dagîr bike.”

Serok Barzanî da zanîn ku, “Armanca serke ya DAIŞê lawazkirina pirsa kurd e li hemû parçeyên Kurdistanê, ji ber ku DAIŞ wek wan rêxistinên din ên tundrew e û bidestxistina wan hemû çekan cihê pirsyarê ye li ba me.”

Derbarê rewşa Kobanê jî, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Kobanê berevaniyeke mezin dike û PKKê di wê berevaniyê de roleke mezin dibîne.”

Serok Barzanî derbarê gihandina alîkariyan bo Kobanî wiha got: “Dema ku ez dibînim bajarekî kurdî tê dorpêçkirin dilê min parçe parçe dibe. Lê ji ber cugrafiyaya Kobanê em nikarin wê rizgar bikin. Ez bawernakin ku Tirkiyeyê rê bide me ku em hêza xwe bişînin Kobanê. Tişta ku me ji Hewlêrê re kiriye me ew yek ji kobaniyê re jî kir. Kobanê ji min re pir girîng e û ez bang li hemû cîhanê dikin ku bi hewara Kobanê ve biçin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê helwesta Tirkiyeyê wiha got: “Em li hêviya helwesteke bihêztir bûn ji Tirkiyeyê. Li her cihekî be, nabe ew welat bibe rêgir li pêşiya bi destxistina mafê Gelê Kurd. Pêwîst e Pêvajoya Aştiyê berdewam be.”

Serok barzanî ku di eniyên şer de ev hevpeyvîn pêk anî ye, wiha domand: “Ez vegeriyame ser karê xwe yê pêşmergayetiyê. Min bawer nedikir ku careke din vegerin ser hûrgiliyên karên pêşmergayetiyê, lê di nava xwe de berdewam ez amadebûm.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand: “Şerefekî mezin e ku şerê serxwebûnê dikin. Ti tişt me ji mafê referandûmê venagerîne û ew yek mafekî me yê sade ye. Em ji ti kesî qebûl nakin ku wî mafî ji me bistîne. Ne ez biryara serxwebûnê didim, Gelê Kurd wê biryarê dide. Kerkûk beşeke ji referandûmê û welatiyên wî bajarî dê bi xwe biryarê li ser wê mijarê bidin.”

Serok Barzanî amaje bi guhertinên navçeyê kir û wiha got: “Guhertinên mezin birêve ne. Em naxwazin Herêma Kurdistanê tevlî parşeyên din ûn kurdistanê bikin. Divê her parçeyekî Kurdistanê çareseriyeke guncaw jêre bê diyarkirin. Em amadene di pêşerojê de hevkariya kurdên parçeyên din ên Kurdistanê bikin bo bidestxistina armancên wan.”

Derbarê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, Barzanî wiha got: “Em hest bi nêt û amadebûna cidî bo çareserkirina nakokiyan dikin. Niha doseya petrolê di destê kesekî nêzîkî me de ye û emê hevkariya wî bikin ku ew kes Adil Ebdulmehdî ye.”

Nûçeyên têkildar