26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Di teqîna Qeretepe de 40 kes şehîd û 100 jî birîndar bûn

Çavkanî: KDP.info

Qeretepe-KDP.info- Avahiya komîteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li navçeya Qeretepe ya ser bi Kerkûkê ve, bi 3 otombîlên bombekirî hat armanckirin.

Çavkaniyekê ewlekarî ji KDP.info re ragihand: Îro danê sibehê 3 otombîlên bombekirî li pêş avahiya komîteya YNKê li Qeretepe teqîn û di encam de gelek ziyanên mirovî û aborî ketin.

Wî çavkanî wiha got: “Demjimêr 10ê sibehê, bi dema Hewlêrê, 3 otombîlên bombekirî li pêş avahiya komîteya YNK, ku dikeve tenişt avahiya asayişê û rêveberiy nahiyeyê teqiyan û di encam de 40 kes şehîd bûn û 100 kes jî birîndar ketin, piraniya wan ji asayişê û endamên encûmena nahiyeya Qeretepe ne.”

Herwiha wî çavkanî da zanîn jî ku, Rêveberê nahiyey Qertepe û berpirsê malbenda YNKê û rêveberê polîsa Qertepe jî di teqînê de birîndar bû, hemû birîndar jî bo nexweşxaneya Kelarê hatin veguhestin.

Nûçeyên têkildar