Hêzên Pêşmerge li Celewlayê hezmarek mezin ji terorîstên DAIŞê kuştin

Celewle-KDP.info- Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê li nahiyeya Celewlayê dibêje, di encama êrişên Hêzên Pêşnerge yên Kurdistanê de hejmareke mezin ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin û niha Hêzên Pêşmerge bo êrişên ser DAIŞê di rewşa amadebaşiyê de ne.
Kameran Mihemed Berpirsê navçeya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li nahiyeya Celewlayê di daxuyaniyekê de bo KDP.info ragihand: “Ji piştî Cejna Qurbanê ve terorîstên DAIŞê 2 êriş kirine ser Celewle û Seidiyeyê. Tişta ku bala me kişand ku wan terorîstan di êrişê xwe de çekên pir pêşketî bikar anîn û wek tê gtin gellek çekdarên xwe ji derên din anîne vê deverê bo şer.”
Kameran Mihemed da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê niha di rewşa amadebaşiyê de ne û di şerên borî de êrişên Hêzên Pêşnerge yên Kurdistanê de hejmareke mezin ji terorîstên DAIŞê hatine kuştin û birîndarkirin.”
Derbarê wan gotinên ku dibêjin Wezareta Pêşmerge çek li wê deverê bi ser pêşmergeyên Kerkûk û Diyale belav nekiriye, Kameran Mihemed ragihand: Ew çekên ku hatine li gorî pêwîstiyê û bi bernameke taybet û bê cudahî bi ser pêşmerge de hatine belavkirin.




