Kerkûk.. Çeperên DAIŞê bi tundî bombebaran kirin

Kerkûk-KDP.info- Şeva borî heta sibehê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeper û navendên erorîstên DAIŞê li sînorê Hewîce û Riyaz û Mela Ebdula ên başûrê bajarê Kobanê dan ber bombeyan.
Muqedem Xefûr Cewher ji lîwaa Şeş a Piyade ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî heta sibehê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çeper û navendên erorîstên DAIŞê li sînorê Hewîce û Riyaz û Mela Ebdula ên başûrê bajarê Kobanê dan ber bombeyan û di ecamê de ziyaneke mezin gihştiye çekdarên DAIŞê.”
Cewher da zanîn ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li eniya Mela Ebula 9 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek mezin birîndar jî bûn.”
Muqedem Xefûr Cewher di dawiya gtina xwe de wiha got: “Di encama wan opeasyonan de gellek birîndar ketin û ew birîndar birin nexweşxaneya giştî ya bajarê Hewîce.”




