Balafirên hevpeymaniyê li başûrê Kobanê li DAIŞê dan

Hewlêr-KDP.info- Balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman çekdarên DAIŞê yên li başûrê bajarê Kobanê dan ber bombeyan.
Hat ragihandin ku, îro saet 08:00 balafirên şer ên Amerîka û hêzên hevpeyman çeperên DAIŞê yên li başûrê bajarê Kobanê dan ber bombeyan.
Hat gotin ku balafirên şer çekdarên DAIŞê yên nêzîkî avahiya Asayişa Kobanê bûne dan ber bombeyan.
Herwiha ligel bombebaranên balafiran şer û pevçûnên navbera şrvanên Kurd û çekdarên DAIŞê de jî berdewam e.




