26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Wezîrê Parastinê yê Amerîka: Rewşa Kobanê xeternak e

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel ragihand, zêdebarî êrişên hewayî dîsa jî rewşa bajarê Kobanê “xeter e”.

Her çiqas li ser rewşa Kobanê agahiyên zelal tinebin jî lê tê gotin çekdarên DAIŞê %40 ji bajêr girtine û beşên din ên bajêr jî di destê şervanên Kurd de ne.
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Chuck Hagel li ser rewşa Kobanê got, her çiqas êrişên hewayî li Kobanî tên kirin lê rewşa bajêr heta niha jî xeternak e.
Chuck Hagel da zanîn ku bi rayedarên Tirkiyeyê re li ser rewşa Kobanî û Sûriyê hevdîtin dikin û got: “Ez ti agahiyekî li ser naveroka wan hevdîtinan nadim. Emê li bendê bin ka Enqere çi biryarekî bide.”
Şerê Kobanê û dorpêça wê devera Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve ket roja 27an. Ji aliyekî çekdarên DAIŞê bi hemû cure çekên giran dixwazin bajêr bigirin li aliyê din jî şervanên kurd bi çekên mîna doşka, RPG, BKC û klaşînkofê berxwedanê dikin.
 

Nûçeyên têkildar