Salvegera enfalkirina Zaxo hat bîranîn

Ii bajêrê Zaxo û li filkeya Slih Usif bi organîzatoriya tîma Mîtra bo şanoyê salvegera enfal kirina Zaxo ji aliyê rejîma Baesî ve hate bîranîn û ev kara han jî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyekê de ji aliyê tîma Mîtra daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Hukûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin, daku giringiyeke gelek baş bi wan dever û Gundan bidin, ku di prosesa enfalan de rastî zerar û ziyanan hatine, û herweha ji aliyê madî û giyanî ve bên qerebûkirin, tevî dadgehkirina tawanbarên ku destên wan di pirosesa enfala de hebûn.




