Nûnerê PYDê: Bo civîna me ligel serokatiya Herêmê, Salih Mislim tê Hewlêrê

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê dibêje, biryar e ku roja duşemê Hevserokê PYDê Salih Mislim serdana Hewlêrê bike û ligel serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê bicive.
Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso ji KDP.info re ragihand: “Biryar e ku roja duşemê Hevserokê PYDê Salih Mislim li ser daxwaza serokatiya Herêma Kurdistanê bê Hewlêrê û ligel şandeke PYDê ligel serokatiya herêmê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê bicive.”
Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê wiha got: “Di civînê de çend mijar tên gotûbêjkirin, lê rewşa Rojavayê Kurdistanê û ya Kobanî bi taybetî pirsa sereke dibe.”
Xerîb Heso ragihand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta herêmê piştevaniya xwe ji bo Kobanê ragihandine ku ev yek jî cihê dilxweşiyê ye û hêvîdarin di ware piraktîkî de jî hevkariya Rojavayê Kurdistanê bikin.”
Derbarê hatina penaberên Kobanê jî bo Herêma Kurdistanê, Xerîb Heso wiha got: “Xelkê Rojavayê Kurdistanê, herêmê wek mala xwe dizanin û hest nakin ku penaberin, lê belê hest dikin ku li ser axa xwe ne û Hikûmeta Kudistanê jî alîkariya wan kiriye.”
Herwiha derbarê rewşa Kobanê jî nûnerê PYDê wiha dibêje: “Bêhtirî 27 rojan e ku şerekî giran li Kobanî berdewam e û roj bi roj êrişên DAIŞê li ser Kobanê zêdetir dibin û ji sê aliyan ve êriş li ser Kobanê ne, bi taybetî jî êriş ji aliyê rojhilatê Kobanê tên kirin, ew jî bo ku bakurê Kobanê bê girtin û Kobanê ji Bakurê Kurdistanê bê qutkirin û bi temamî bê dorpêçkirin. Mixabin hîna li ser asta navdewletî hevkariya Kobanê nehatiye kirin.”




