Dibe ku 150 hezar penaberên Kobanê bên Herêma Kurdistanê

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, li ser fermana serokatiya herêmê sînorê Herêma Kurdistanê bi fermî li pêşiya penaberên Kobanê hat vekirin û dibe ku nêzîkî 150 hezar kes kesî ji wan bên Kurdistanê.
Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zîbarî ji KDP.info re ragihand: “Li ser fermana serokatiya Herêma Kurdistanê bi fermî li pêşiya penaberên Kobanê hat vekirin û dibe ku nêzîkî 150 hezar kes kesî ji wan bên Kurdistanê ku niha 500 malbat ji wan hatine herêmê û 400 malbat ji wan li kamba giwêlan hatine bi cîhkirin.”
Zêbarî herwiha amaje bi wê yekê kir ku ew penaberên ku tên Herêma Kurdistanê tenê li nasnameya wan tê nerîn ku bên xuyakirin ku xelkê Kobanê ne, ev jî li ser fermana serokatiya Herêma Kurdistanê.
Dîndar Zîbarî da zanîn ku, “Hikûmeta Kurdistanê pêşbîniyê dike ku hejmarek pir mezin ji penaberên Kobanî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û ji ber ku cih li Dihokê nemaye, emê wan bişînin Hewlêr û Silêmaniyê.”
Cîgirê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha got: “Helwesta Herêma Kurdistan derbarê Kobanê pir zelale û em hevkariyên mirovî didin wan û em bi awayekî gerim pêşwaziyê li wan dikin. Herwiha ji aliyê siyasî ve helwesta me ligel helwesta navdewletî ye ku çareseriyeke navdewletî jêre bê kirin û pêwîst e Kobanê bi biryareke navdewletî bê rizgarkirin û tenê ne berpirsyaretiya aliyekî be.”




