26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Aştî Hewramî: Dê berdewam bin li ser henardina neftê

Çavkanî: KDP.info

Wezîrê çavkaniyên Xwezayî yê Hukûmeta herêma Kurdistanê dibêje ku dê li ser henardina neftê ji bo welatê derve berdewam bin.

Aştî Hewramî wezîrê çavkaniyên xwezayî yê Hikûmeta herêma kurdistanê di hevpeyvînekê  digel saîta awena news de ret kir ku henardina neftê ji bo derve hatibe rawestandin û got “ Herêm dê li ser henardina neftê berdewam be û her roj dê bi sedan bermîl henarde bike."

Wezîrê çavkaniyên xwezayî behsa vê çendê jî kir, ku ew li hêviya Hukûmeta Iraqê ne da ku xerca wan kompaniyan bide.
Hêjayî gotinê ye ku Aştî Hewramî ev daxwiyanî da piştî belav bûna nûçeyên  ku dibêjin hukûmeta herêmê henardina neftê rawestandiye ji ber ku hîna kêşa girêbestên nefteye çareser nebûne.  

Nûçeyên têkildar