26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Seyda pêşnîyaza Amerîka rexne dike

Çavkanî: KDP.info

Serokê  Encûmana Niştimanîya Sûriya, ji ber helwêstên  berpirsyarên Amerîka bo diristkirina hukûmeta berdemîya Sûrî  rexne kir;  û tekez kir ku opozisîyon xwe ji bo  gengeşekirina evê mijarê amade dike, lê ne nêzîke.

ji alî xwe ve duhî serokê Ferensa Frenswa Holand,  daxwaz ji opozisîyona Sûrî kir xwe bo hikûmeteka berdemî amade bikin, û weha got ku Feransa dê dan bi vê hukûmetê bide dema destpê bike.

ji alîyekî din ve,  berpirsiyarên Amerîkayî dibînin ku dan pê dana vê hukûmetê hîn zûye, ji ber opsizyona Sûrî hîn ji hev cudaye û ne yek rêze.

Herweha di vê derbarê de li gorî ajansa Associated Press, roja sêşembê Seyda got, ev biryarên han ya Amerîka, weha dide xuyakirin, ku heta niha civaka navdewletî ne amadeye ji bo gavên rasteqînê di karûbarên Sûrîyê de.

Nûçeyên têkildar