Serok Barzanî û Kerry çawaniya parastina Kobanê ji DAIŞê gotûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Di peywendiyekî telefonî da Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Amerîka çawayiya alîkariya Kobanê nirxandin.
Îro în 10.10.2014 li peywendiyekî telefoniya di navbera birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û John Kerry Wezîrê Derveyê Amerîka di derbarê êrîşên terorîstan ya li ser Rojava û her wiha êrîşa terorîstên Da'îş ya li ser Kobanê û çawayiya alîkariya Kobanê û parastina wê ji êrîşên terorîstên DAIŞê danustandina gotûbêjkirin.
Her wiha di vê peywendiya telefoniyê da tekez li ser berdewamiya hevpeymaniya di navbera Amerîka û Kurdistanê ya li şerê dijî terorê de kirin.




