Dadgeha Oslo sizaya yek salî bi ser Melle Kirêkar de sepand

Li gorî jêderên nûçe, dadgeheka Norwêjî bi tometa gefkirina serokê wezîrên berê yê evî welatî Şîl Makna û paldan bo encamdana karê terorî, biryara yek sal zîndanî bi ser Melle Kirêkar ve sepand.
Di evê derbarê de li gorî siteya KTV, dadgeha bajêrê Oslo biryara yek sal zîndanî bi ser Nicimddîn Ferec ku bi navê melle Kirêkar tê neskirin, sepand.
berî vê jî bi tometa gefkirina Erna Solberg seroka Partîya Parêzeran û wezîra bajêrvanîyên Norwêjê sizaya 5 sala zîndanî û 100 hezar kron Norwêjî bi ser Melle Kirêkar de hat sepandin.




